• DOLAR 32.382
  • EURO 34.611
  • ALTIN 2379.031
  • ...
Firtûneya qûmê jîyanê bi xirabî tesîrdar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Iraqê doh di seatên êvarê de firtûneya qûmê dest pê kir û ev firtûne jî jîyanê bi xirabî tesîrdar kir.

Firtûneya Qûmê yê ku li wîlayeta Enbarê dest pê kir li herêmên dinê jî xwe tesîrdar kir û ji ber vê yekê li Bexda, Necef, Silêmanî, Helebçe, Germîyan û Kelarê jî di balafirgehan de ji ber ku dûrîtîya dîtinê kêm bûye seferên firandinê hatin betalkirin.

Ji teref Nexweşxaneya Perdehîya Yermukê yê ku li Bexdayê ye ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ji 600î zêdetir kes bi şîkayeta bêhntengîyê serî li nexweşxaneyê xistin û rewşa piranîya nexweşan jî baş e.

Hat destnîşankirin ku ji ber firtûneya qûmê hêj mirî tineye û ekîbên tenduristîyê jî ji her tiştî re amade ne û ji wan kesên ku hatine rakirin nexweşxaneyê jî piranîya wan polês in.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku bila mirov hetanî ku mecbûr nemînin bila dernekevin derve û dema ku derkevin jî maskeyên xwe bidin ber devê xwe.

Midirtîya Bajar a Meteorolojîya Silêmanî daxuyand ku di tarîxa 20ê Gûlanê de li Herêma Kurdistanê germayî ew ê çend derece bikeve (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir