• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Karwana Hêvîyê berîya ‘Îda Remezanê ji sedan zarokan re alîkarîya cil û bergan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqf, ji ber nêz hatina ‘Îda Remezanê ji zarokê mixtac û mexduran re destê xwe yê alîkarîyê dirêj kir û ji xebatên xwe re jî lez da.

Di çarçoveya vê alîkarîyê de zarokên ku hatin navenda danûstandinekî bi tevî malbatên xwe ji xwe re ‘îdanîyê ecibandin.

Di bernameya ku ji teref Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekir ve hat tertîpkirin de bi sedan zarok li gorî dilên xwe cil û solan standin.

Abdurrahîm Karadenîzê Alîkarê Serokê Karwana Hêvîyê yê Dîyarbekir derheqê pirojeyê ku tertîp kirine de axivî û weha got, “Em bi navê Karwana Hêvîyê yê Dîyarbekir bi nêz hatina meha Remezanê cara ‘ewil ji 2 hezar malbatan re alîkarîya xwarinê kir. Vê carê jî me got ku ‘îda Remezanê wa nêz te ji ber vê zarokan bidin poşandin û cilan li wan bikin. Em ê îro 300 zarokan bidin poşandin. Dema ku bexşên xêrxwazan zêde bibe ew ê vê hêjmarê jî zêde bibe. Çîmkî hêjmarên zarokên ku li cem me qeydkirîne gelek zêde ne, em jî li gorê qasê alîkarîyên ku ji me re tê gavên xwe davêjin. Wek ku wan xêrxwazan di vê ‘îdê de wan zarokan kêfxwaş kirin bila Xwedê jî li alîyê dinê wan kêfxweş bike. Ez ji hemû xêrxwazên ku bexşan kirine re sipasîyên xe dikim.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir