• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Yapicioglu: Îmhekirina her Kurdê ku sitûyê xwe ji wî re xwar nake hedefa bingeha PKKê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu derheqê êrîşên ku PKK li Sûrîyê ji biroya ENKS û rayedarên wan re dike de nirxandinan kir.

Yapiciogli di nirxandina xwe de destnîşan kir ku PKK, ji sazkirina xwe hata niha tiştê ku dike tenê ev e ku şewitandin û kuştin e, tarîxa PKKê tim û tim bi êrîş û qetlîaman tijî ye.

“ Tiştê ku PKK herî baş dike; şewitandin, xirakirin û kuştin e”

Yapicioglu di axavtina xwe de rewşa PKKyê ku xeyn ji xwe ji tu kesê re û ji tu kesê ku di binê navê xwe de nedaye komkirin re goh nade jîyana mafê wan û ew li axavtina xwe weha zêde kir, “Xeyn li Sûrîye nîne, bi tenê ne îro jî, bi tenê ne li Kurdistana Başûr jî… PKK, ji sazkirina xwe hata niha, di tarîxa 1978an ku hatîye sazkirin vir de, tiştê ku herî baş dike, tiştê ku herî pir dike û tiştê ku yê tenê dike jî; di eslê xwe de şewitandin, xirakirin û kuştin e. Ev tiştê daîma dubare dikin. Çîmkî ev tişt di xwîna wan de heye, daîma ev tişt di pratîka wan de hene.”

“PKK, zirara herî mezin dide xelqê Kurd yê ku îddîa dike ew heqê wan diparêze”

Yapiciogli axavtina xwe weha domand, “Li ko derê sazîyek Kurd, Partîyek Kurd an kom an jî rêxistin yê ku serê xwe ji wî re natewînin an jî wek wî nafikirin ku hebin bi taybetî êrîşî wan dike. Van êrîşên ku dawî hatine kirin jî ‘eynî ye, tu ferqekî tineye di nav wan de, ji ber vê gerek ji bona ev tiştê neyê ecêbmayîn. Tarîxa PKKê, daîma bi qetlîam û êrîşan tijî ye û bi taybetî jî zirarê herî mezin dide Kurdan. Digel îddîa dike ku ew heqê Kurdan diparêze û bi navê Kurdan hereketê dike, zirara herî mezin dide Kurdan û daîma êrîşên xwe dide berê wan. Em êdî Hêvî dikin ku bila vê rewşê Kurda şîyar bike! Erê îmhakirina her sazîyê Kurd yên ku wek wî nînin û wek wî nafikirin, hedefa wî û armanca wî ye. hêvîkirina tiştekî dinê jî gerek neyê hêvîkirin.”

“PKK, dema ku firset bikeve destê wî ew ê êrîş li Kurdên dinê yên ku ne ji wî ne bike”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de bal kişand ku PKK, dema ku bi qewet bibe û dema ku firsetê biqefêle ew ê her dem van êrîşên xwe bidomîne û ew li axavtina xwe weha dawî kir, “Ew êrîşên xwe di van demên dawîn de, bi taybetî li herêma Kurdistana Sûrî, sazî û partîyên Kurd yên li wê derê û kurdên ku ne di bin navê rêxistina wan de zêde kir. Dema ku kengê firsetê bibîne ew ê cardin wan êrîşên xwe bike û bidomîne. Hinekan ji PYD û YPGê re ji bona ku wan êrîşan bide sekinandin hinek bangan dikin. Bila neyê ji bîrkirin ew ê ev tişt, heta ku qeweta wî hebe di her firsetî de û di her demî de ew ê bidomîn e.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir