• DOLAR 32.145
  • EURO 34.962
  • ALTIN 2416.61
  • ...
Ji doh heta îro hêjmarên Filistînîyên ku ji teref Îşxalkeran ve hatin qetilkirin derket 4 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejima sîyonîst a îşxalker, doh ji bona ku birayên Şehîd Raadê desteser bikin êrîş li Cenînê kir. Sîyonîstên îşxalker di dema êrîşê de Muhammed Huseyîn Zakarnahê ku 17 salîbû giran birîndar kirin.

Hat destnîşankirin ku Zakarneh, ji ber birînên xwe yên giran di seatên serê sibê de şehîd bû. Filistînîyên ku cinazeya şehîd dan li ser milên xwe û birin cîhê ku wî defin bikin, li hember sîyonîstan siloganan avêtin.

Sîyonîstên îşxalker, doh ji ber bi îddîaya ku du pîrek teşebbûsa çalakîya bi kêr kirin êrîş kirin û wî şehîd kirin. Wan îşxalkeran doh êvarê jî li Beytullahîmê bi guleyan êrîş li ciwanekî kir û wî şehîd kir.

Ji doh heta niha hêjmarên Filistînîyên ku şehîd bûne bi tevî Zakarnehê bûn 4 kes. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir