• DOLAR 32.502
  • EURO 34.968
  • ALTIN 2429.585
  • ...
Mînîbûsa ku koçber tê de bûn teqle avêt: 4 mirî, 25 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsa ku koçberên qaçax tê de bûn li nêzê gundê Baxçedereya navçeya Elcewazê ji qontrolê derket û teqle avêt.

Di encama qezayê de 4 koçber canê xwe ji dest dan û 25 koçber jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku bi xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re ekîbên îtfaîye, 112 û cendirme hatin sewqkirin.

Kesên birîndar jî bi ambûlansan harin rakirin nexweşxaneyên Tetwan, Ahlat û Elcewazê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir