• DOLAR 32.421
  • EURO 34.626
  • ALTIN 2380.191
  • ...
Sîyonîstên îşxalker êrîş li Cenînê kirin: Şehîdek û 13 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejima sîyonîst a îşxalker piştî çalakîya Şehîd Raadê yê ku di 7 Nîsanê de kiribû, îro jî di seatên serê sibê de êrîş li kampa Cenînê kir.

Îşxalkeran, mala Şehîd Raadê dorpêç kirin û daxwaz kirin ku bavê şehîd desteser bikin. Bavê şehîd teslîm bûna ji îşxalkeran re qebûl nekir.

Rejima îşxalker, di gelek cîhan de êrîşeke mezin li kampa Cenînê kir û di hinek cîhan de jî nîşandaran bi cîh kir.

Di kûçeyên kampê de di navbera şerwanên berxwedanê û sîyonîstan de pevçûneke mezin pêk hat. Şerwanên berxwedanê dem bi dem bi bombeyan jî bersivê îşxalkeran dan.

Hat destnîşankirin ku di encama pevçûnê de Ahmed El-Saadîyê ji Tugayê Cennînê bû şehîd bû û herî kêm 13 kes jî birîndar bûn.

Di encama êrîşa îşxalkeran de di aparloyên mizgeftan de jî banga berxwedanê hat kirin.

Di encama berxwedana mirovên ku di kampê jîyan dikin de leşkerên îşxalkeran mecbûr man ku ji kampê vegerîyan. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir