• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Di 3 meha ‘ewil ya sala 2022yan de 29 Filistînî hatin şehîdkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daneyên bi teybet yê ku ji teref FÎMEDê ve hatîye komkirin, di 3 meha ‘ewil ya sala 2022yan de 29 Filistînî ji teref Sîyonîstan ve hatin şehîdkirin.

Li gorî daneyan di meha Çileyê de 2 jê ji Ramallahê, 2 jê ji el-Halîlê, 1 jê ji Nablusê û 1 jî ji Qudsê tev de 6 Filistînî hatin şehîdkirin.

Di meha Sibatê de di encama êrîşên îşxalkeran de 3 jê ji Nablusê, 1 jê ji Cenînê, 1 jê ji Ramallahê û 1 jî ji Beytullahîmê tev de 6 Filistînî şehîd bûn.

Di meha Adarê de jî 6 jê ji Cenînê, 3 jê ji Qudsê, 2 jê ji Nablusê û ew ên dinê ji li herêmên dinê yên ku di bin îşxalê dane de ji teref rejima sîyonîst ve hatin şehîdkirin.

Hat destnîşankirin ku di 3 meha ‘ewil ya sala 2021an de, 12 Filistînî hatibûn şehîdkirin. Di meha Çileyê de 5, di meha Sibatê de 3 û di meha Adarê de jî 4 Filistînî hatibûn şehîdkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir