• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Îran ji êrîşa ku li Efxenîstanê hat kirin re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hatîpzade di daxuyanîyê de ji bona kesên ku canê xwe ji dest dane re sersaxî û ji bona birîndaran jî şîfayên xêrê daxwaz kir û derheqê meseleya tefrîqayê ya ku ji teref neyarên Îslamê ve bên derxistin de jî hişyarî da.

Hatîpzade di daxuyanîya xwe de weha got, “Em bi navê Komara Îslamî ya Îranê bawer dikin ku ew ê birayên me yên Efxenîstanê, ew ê qomployên neyarê Îslamê bi piştevanî û hevkarîyê berteref bikin.”

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Nexweşxaneya Heratê ve hatîye belavkirin, di tarîxa 1ê Nîsanê de li herêma Cebraîlê ya Heratê, di dema leyîstikeke mehelî de êrîşeke bi bombe hat kirin û di encama wê êrîşê de 5 kes canê xwe ji dest dabûn û 25 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir