• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
HUDA PAR: Pergala perwerdehiya tevlîhev li dijî bawerî û çanda me ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda Giştî ya HUDA PARê di nirxandina xwe ya heftane de derbarê mijarên hundir û derve de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de bi bîr hat xistin ku Midûrê Dibistana Navîn a Navçeya Mîthatpaşa ya Bûrsayê Haydar Akin, li ser daxwaza piraniya dê û bavan talîmat daye ku kur û keç ji hev cuda li sinifê rûnin ku piştî vê yekê çapemenî û sendîkayên çepgir demildest dest bi kar kirine û ji ber vê yekê midûrê dibistanê bi şikleke nehiqûqî ji wezîfeyê hat girtin.

"Ew sepan encax di pêvajoya 28ê Sibatê de dikare bê dîtin"

Di berdewama daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku ev kiryara midûrê dibistanê ne li dijî mewzûatê ye û wiha hat gotin: "Tu qanûnek tune ye ku tê de rûniştina têkel a di navbera kur û keçan de destnîşan dike tune ye. Piraniya dê û bavên xwendekaran ev daxwaz kirine. Midûrê mektebê li gor qanûnê biryarek daye. Ji ber ku midûrê mektebê qerareke li gorî  bawerî û çanda me da  hat lînçkirin ku ev sepan encax di pêvajoya 28ê Sibatê de dikare bê dîtin. Ev jikarderxistin di rastiyê de cezakirina temamê civaka Misilmanên Anatolyayê ye. Sîstema perwerdehiya hevpar ne sîstemeke ku li gorî kevneşopî, bawerî û çanda me be ye. Her wisa êdî di warê pedagojîk de jî tê qebûlkrin ku ev rûniştina tevlîhev kalîteya perwerdeyê kêm dike.”

"Divê dev ji ferzkirina pergala perwerdeya têkel û tevlîhev bê berdan”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, divê midûrê mektebê Haydar Akin ji wezîfeya xwe re wiha bê îadekirin û dû re wiha hat gotin: “Divê dev ji ferzkirina pergala perwerdeya têkel û tevlîhev bê berdan, ev yek ji  dê û bavan re bê hiştin û pratîkeke alternatîf bê çêkirin. Li aliyê din reftarên û hereketên tund û neyînî yên xwendekaran ên li hemberî mamosteyên xwe her ku diçe zêde dibin. Sedema vê yekê jî  li perwerdehiyê hakimbûna  têgihîştina materyalîst e ku ji manewîyat û nirxên însanî û Îslamî dûr e. Divê pergala me ya perwerdeyê ji perwerdehiya Xerbê ya maddeperest û taqlîtvan xelas bibe û li ser pergala ku lê exlaq, zanist û manewîyat hakim e bê rûniştinandin da ku zarok karibin him ji alîyê rûh ve û him jî ji hêla bedenî ve bên perwerdekirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir