• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Barzanîyê Serokê PDKê: Sivikkirina bi pîrozî û sembolênên bilind bi ti awayekî nayê qebûlkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Barzanî di peyama xwe de weha destnîşan kir ku, “Sivikkirina bi pîrozî û hîmayên bilind bi ti awayekî nayê qebûlkirin û binpêkirina hêlên sor e û gelek bi tundî wê sivikatiyê şermezar dikin.”

Barzanî di berdewama peyama xwe deweha got, “Sivikkirina bi pîrozî û hîmayên bilind, bi ti awayekî nayê qebûlkirin û binpêkirina hêlên sor e. Em gelek bi tundî wê sivikatiyê şermezar dikin ku şeva borî jî ji aliyê kesekî ve bi merceiyetê hatiye kirin. Ev cure hereket nehêja, ti pêwendiya wê bi gelê Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê re nîne. Kurdistan xwedî kultura bilind a pêkvejiyanê ye û sivikkirina bi remz û pîroziyên xelkê ti carî cihê xwe di nava kultura gelê Kurdistanê de negirtiye û cihê xwe jî nabîne.”

Barzanî di berdewama peyama xwe de weha dîyar kir, “Gelê Kurdistanê rêz û pêzanîna wî ya mezin ji merceiyetê re heye û pêwendiyên dîrokî û dostanî û hevsoziya di navbera Barzaniyê Nemir û Ayetulla Hekîm û şehîd Sedir de, baştirîn nîşan li ser wê ne. Ew kesê ku sivikî kiriye ji aliyê yasayê ve hatiye desteserkirin û sizaya tawan û zêdegaviya xwe dide.”

Barzanî di dawîya peyama xwe de weha got: “Em bi tundî şewitandina baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bexdayê şermezar dikin ku ev cara duyemîn e ji aliyê komeke têkder û şikestxwar ve tê kirin, ev belge ye li ser hebûna girjî û nebûna aramî û ewlehiyê û di rastiyê de, ev kom jî ji bilî xirapkarî û têkdanê, ti tişt ji destê wan nehatiye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir