• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Polêsa Efxenîstanê 37 qaçaxçîya tîryakê qefalt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karî Ramazan Zakerîyê Midirê Micadeleya bi Narkotîkê yê Fermandarîya Polêsa Belhê ji çapemenîya mehellî re daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de dest nîşan kir ku ew di 3 mehên dawîn de li dijî qaçaxçîyan operasyonan kirin.

Zakerî di berdawama daxuyanîya xwe de ragihand ku ew, di encama operasyonan de heta niha 37 şikdaran qefaltin û wan girtin.

Li Efxenîstanê, di dema ku 20 sal di bin îşxala Emrîqayê de bû ji qaçaxçîtîya tîryakê re deng nedihat derxistin, lê di dema ku Talîban bireveberîyê bidestxist ew li hember tîryakê micadeleyeke mezin didin.

Emîrtîya Îslamê yê Efxenîstanê him li dijî tîryakê operasyonan dikin û him jî ciwanên ku bindestê tîryakê bûne jî ji bona ku ji civakê re bidin qezenckirin wan kirin bin tedawîyê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir