• DOLAR 32.226
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2418.95
  • ...
Ji bo bernameya Şeva Şehadetê banga beşdarbûnê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cemîyeta Mustezefan û Platforma Karwana Şehîdan bi minasebeta ku meha sibatê wek meha şehadetê hatiye îlankirin, di tarîxa 16 Sibatê şeva çarşemê de li Navenda Kongre û Çandê ya Sezaî Karakoçê yê Şarederîya Bajara Mezin ku li navçeya Yenîşehîrê ye Şeva Şehîdan tertîp dikin.

Omer Çelîkê Serokê Platforma Karwana Şehîdan derheqê Şeva Şehîdan de daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de hemû xelqê Dîyarbekir dawetî bernameyê kir.

Çelîk di axavtina xwe de destnîşan kir ku di vê mehê de gelek alim, xwedîdozvan û şexsîyetên gelek muhîm hatine şehîdkirin û li axavtina xwe weha berdewam kir, “Vê meha Sibatê yê ku em têda ne meha şehîdan e. Em wek Platforma Karwana Şehîdan digel Cemîyeta Mustezefan di gelek bajar û navçeyan de bernameyan tertîp dikin. Armanca me yê bi van bernameyan ew e ku bila heyata wan şehîdan bên zanîn, bila mirovan de’wa wan şehîdan nas bikin û bila fêhm bikin ku wan şehîdan ji bona çi hatine şehîdkirin. Bila xelqê me de’wa wan şehîdan ku ew ji bona wê de’we canê xwe feda kirine nas bikin ku em vê şiûrê di nav xelqê xwe de bi cîh bikin, şehadet û şehîdîyê jî ji însanan re bidin hezkirin.”

Çelîk hemû xelqê Dîyarbekir dawetvanî bernamê kir û axavtina xwe weha domand, “Em bi vê minasebetê hemû pîrek û zilamên xwe dawetvanê bernameya ku di tarîxa 16 Sibatê şeva çarşemê de bê tertîpkirin dikin.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir