• DOLAR 32.303
  • EURO 34.92
  • ALTIN 2436.286
  • ...
Tirkmenîstan qirara hilbijartina pêşxewt girt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rayedarekî yê ji Komîsyona Hilbijartina Navenda Tirkmenîstanê ji çapemenîya Rusyayê re daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku bi telîmeta Gurbangulî Berdîmuhamedovê Serokê Dewletê ew ê hilbijartina pêşwext bê kirin.

Rayedara ku di daxuyanîyê da îfade kir ku hilbijartin di tarîxa 12ê ‘edarê de bê tertîpkirin.

Berdîmuhamedov, doh di Meclîsa Xelqa Konseya Neteweyîyê de axavtinek kir û di axavtina xwe de ji mêvanên ku beşdarê civînê bûn re teklîfek kir.

Serokkomar di teklîfa xwe de got ku bila ciwan jî di bireveberîyê de xwedîyê gotinê bibin û ew vê meselê bi mêvanan re şêwirî.

Berdîmuhamedov di axavtina xwe de weha got, “Mêvanên bi qîmet, endamên Meclîsa Xelqê rûmetbilindên û welatîyên hêja, eger hûn dema di pêşvebirina welatê me yê merheleya nû de alîkar bidin ku em ji ciwanan re derheqê bireveberîyê de îmkana gotinê bibin, ez ê telîmata hilbijartinê bidim.”

Hat destnîşankirin ku Berdîmuhamedovê ku 64 salîye, di tarîxa 2006an de heta niha di îqtîdarê da ye. Tê texmînkirin ku piştî berdîmuhamedov ew ê ji bireveberîyê re Serdarê kurê wî yê ku 40 salîye bê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir