• DOLAR 32.236
  • EURO 34.776
  • ALTIN 2458.473
  • ...
Di nava 3 mehên dawî de herî kêm 10 hezar siyonîstên dagirker avêtin ser Mescida Eqsayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat diyarkirin ku di nav kesên ku beşdarî serdegirtinên Mescîda Eqsayê bûne de rîspî û xwendekarên mektebên olî yên Cihûyan di rêza yekem de ne.

Hat diyarkirin siyonîstên ku bi hinceta cejnên cihûyan û merasîmên cuda êrîşî Mescida Eqsayê kirin roj bi roj zêde dibe.

Rejîma îşxalker ku plan dike Mescîda Eqsayê di navbera Misliman û Cihûyan de bike du parçe û cihûtiyê bike, ji bo bicihanîna planên xwe cesaretê dide dagirkerên cihû ku êrîşî Mescid-i-Aqsayê bikin.

Li gorî peymana aştiyê ya ku di 26ê Cotmeha 1994an de di navbera rejîma dagirker û Urdunê de hat îmzekirin Mescîda Eqsa di bin sîwana Rêveberiya Weqfên Îslamî yên Qudsê de ye ku girêdayî Wezareta Weqf, Karûbarên Îslamî û Wîladeta Urdunê ye. Lê belê dagirker ji sala 2003’an û vir ve bi polîsan dikevin nava mabeda pîroz.

Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê derheqê van êrîş û serdegirtinên ku tên kirin de destnîşan kir, ev yek îhlala desthilatdarîya Mislimanan e.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir