• DOLAR 32.248
  • EURO 34.787
  • ALTIN 2461.4
  • ...
Yapicioglu: Bila muafîyeta baca ku ji kesên bi destheqê kêmtîrîn dişûxilin tê standin bibe qanûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, li Stanbolê bi endamên çapemanîyê re hevdîtin kir, derheqê rojevê de daxuyanî da û pirsên encamên çapamenîyê bersivand.

Yapicioglu bi silav dayîna ji endamên çapemenîyê re dest bi axavtina xwe kir, Yapicioglu di axavtina  xwe de ragihand ku ew 7 herêmên welat zîyaret kirine û  ew zîyaretên xwe didomînin.

Yapicioglu di axavtina  xwe de qala zêdebûnîya ekonomîyê kir û weha got,“Em rojeva sîyasetê teqîb dikin lê teşxîsa me yê ‘ewil yek ev e ku di rojeva sîyaset û rojeva xelqê de gelekî ferq çêbûye. Malesef rojeva çapemenîyê jî bi rojeva xelqê re ne yek e. Her roj di qenalên televîzyonan de bernameyên minaqeşe çêdibin lê wexta ku em bi xelqê re xeber didin em hîn dibin ku xelq qet eleqedarê wan bernameyan nabin. Di rojeva xelqê de meseleyên îqtîsadî heye.”

“Bacstandina ji mirovên ku îdareya xwe bi destheqê kêmtirînê dikin, eybekî mezin e”

Yapicioglu destnîşankir ku di rojeva sîyasetê de destheqê kêmtirîn heye û weha got, “Wexta ku em derketin vê rê yanê ji roja ku partîya me hatiye sazkirin heta îro em derheqê destheqê kêmtirînê de weha dibêjin; divê em gava ewil baş û xweşik bavêjin. Melûmî we ye ku rêziknameyeke ku bi navê Rêziknameya Destheqê Kêmtirîn heye û di wê rêziknamê de destheqê kêmtirîn ji lazimatîya rojekî karkerekî tê hesibandin. Yanê di terîfkirina destheqê kêmtirîn de malbata karker,sebî û ew kesên ku karker îdareya wan dike nayê hesibandin. Welatî dipirse ‘Kirê zêde bûne, enflasyona xwarinê ji sedî 30î zêdetir e, heta ji hinek xwarina ji sedî 100 zêde bûye, em di van şert û mercan de çawa îdareya xwe bikin? Ez jî li vê bi rêya endamên çapemenîyê ji welatîyên xwe re dibêjim; di rêziknameya destheqê kêmtirîn de hîsaba zarokên mirovê ku bi destheqê kêmtirîn dixebitin nekirine, tarîfa destheqê kêmtirîn nekirine û zarokên we û malbatên we ne di vê hîsabê da ne. Ji ber vê yekê pêşî li hikûmetê û dû re li temamê sazîyên sîyasetê re bang dikim û dibêjim, werin em pêşî li ser tarîfa destheqê kêmtirîn li hev bikin û em malbata mirovê ku îdareya xwe bi destheqê kêmtirîn dike jî bikin nav vê tarîfê.”

Yapicioglu îşaret kir ku muafîyeta baca ku kesên bi destheqê kêmtirîn dixebitin tê standin, tê minaqeşekirin û Yapicioglu axavtina xwe weha domand, “Nêzî 10 sal an em gelek tiştên muhîm dibêjin ku yek ji wan jî meseleya baca ku ji kesên ku bi destheqê kêmtirîn dixebtin tê standin e, destheqê kêmtirîn lazime ku bi temamî ji bacê bê mûafkirin. Ji xwe mirovê destheqê kêmtirîn meaşê xwe yê zêde wexta ku xerc dike bacê xwe dide. Lewra li Tirkîyê her 3 milyon bacê ku tê topkirin 2 milyonê wî bacê nerasterast e; yanê bacê xerckirinê ye. Sebeba giranîya budçê jî ev bacên nerasterast e. Lê wexta ku hûn bacê ji kesên ku bi destheqê kêmtirîn dixebtin nestînin jî ew mirov, di wexta xerckirinê  de bacê didin. Di şertên vê rojê de ji kesên ku bi destheqê kêmtirîn dixebitin standina bacê gelekê eyb e; lewra ew ketine bin sînora birçîbûnê.”

“Nestandina bacê ku Ji mirovê destheqê kêmtirîyê re em bikin hikma makeqanûnîyê”

Yapicioglu di berdewama axavtina  xwe de weha got,“Teklîfa me ya di vî warî de ev e ; werin em muafîyeta baca ku ji kesên bi destheqê kêmtîrîn dişûxilin tê standin bikin qanûn. Bila were bîra we ku  di sala 2012an de li Meclîsê komîsyoneke ku ji bona li hev hatina makeqanûnê hatibû sazkirin û di vê komîsyonê de li ser 60 maddeya  lihevkirin çêbûbû. Maddeyeke ku li serê li hevkirin çêbûbû ev bû ku ji mirovên ku îdareya xwe bi destheqê kêmtirîn dikin bac ji wan neyê standin. Bi taybetî em ji 4 partîyên ku wî demê di Meclîsê da bûn re û partîyên ku niha di Meclîsê da ne bang dikin ku, ew kesên ku wê demê di Meclîsê da bûne wexta ku li ser vê maddeyê li hev kiribûn, sozê dane miletê û bila vê soza xwe bi cîh bînin dibêjin. Zêdekirina destheqê kêmtirîn an jî nestandina bacê ji mirovên ku îdareya xwe bi destheqê kêmtirîn dikin ne lutifek e, lazim e ku destheqê kêmtirîn bê derxistin asteke baş û ev tişt wezîfeyek mecbûrî ye.”

“Sektora herî mûhîm sektora zîreatê ye”

Yapicioglu got ku di rojeva welat de  tengasîya îqtîsadî û  politikaya zireatê yên hikûmetê hene û Yapicioglu dû re wiha li nirxandina zêde kir:“Bi taybetî welatîyên ku  îdareyaa xwe bi zîreatê dikin bahabûna mesrefên zîreatê ji me re şîkayet dikin. Cotkar weke xezîneyek bila bê dîtin û bila bê parastin. Cotkar bila ji ber bahabûna melîyetên zireatê zirar neke û bila dev ji zireatê bernede. Sektora herî mûhîm sektora zîreatê ye. Ji ber kêmbûna melîyetên zîreatê bê backirin jî ne çareserî ye. Ev yek çareserîyeke derbasdar e. Divê hikûmet qet nehêle cotkar zirarê bike û cotkar jî bila dev ji zireatê û xwedîkirina heywanan jî bernede. Sektora herî mûhîm sektora zireatê ye. Wexta ku hûn hilberînê nekin, hûn ê derheqê zireatê de cîyê xwe hinda bikin û wexta ku ev roj bê ew ê we bi birçîbûnê terbîye bikin. Ji ber vê yekê cotkar her cûre alîkarîyê heq dike. Mutleqe polîtîkayên zireatê ji ber çavan bê derbaskirin. Ji bona ku cotkar karê xwe bike û li pîya bisekine mutleqe çi lazim e bila bê kirin. Ji ber vê yekê bangeka me û pêşniyazeke me ji hikûmetê re heye; çawa hûn ji gundan re mamosteyek û meleyek dişînin ji cotkaran re jî ji bona ku rê nîşanê wan bidin mihendisekî zireatê jî bişînin û ji mirovên ku heywanan xwedî dikin re jî beytarekî bişînin.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir