• DOLAR 32.261
  • EURO 34.687
  • ALTIN 2402.812
  • ...
Şehzade Demirê Sekretêrê Giştî yê HUDA PARê di warê ‘ziman’ de hişyarî li siyasetmedaran kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tesîra uslûba xirab yê ku ji teref sîyaset û sîyasetmedaran ve tê bikaranîn, hê di rojevê de ye , uslûba ku ji teref sîyasetmedaran ve tê bikaranîn ji welat re pirsgirêgekeke mûhîm e. Di binê gelek pirsgirêkên li welat de, uslûba sîyasetmedaran a ku dibe sedema berberîyê heye.

Şehzade Demirê Berdevkê û Sekreterê Giştî yê HUDA PARê ji sîyasetmedarên ku vê zimanê û vê uslubê bi kar tînin re got ku cîhê sîyasetê ne cîhê cudakirinê ye, cîhê sîyasetê û sîyasetmedaran cîhê çareserîyê ye.

Demir di berdewama axavtina xwe de wiha got: “Lazim e ku li Tirkîyê cîhê çareserîyê pirsgirêkan, cîhê sazîya sîyasetê be. Wexta ku  mirov sazîya sîyasetê cîhê çareserîyê bibîne wê çaxê li uslûb û zimanê xwe jî dîqqet dike.Lê ji ber vê yekê uslûb û zimanê ku niha di sîyasetê de tê bikaranîn, di nav civakê de xirabîyê çêdike. Heyf e ku zimanê ku sîyasetmedaran bi kar tînin, tê fikirandin ku ev sîyasetmedar sîyasetê cîhê çareserîyê nabînin. Lewra di binê gelek pirsgrêkan de mirov dibîne ku zimanê sîyasetmedaran heye. Ji ber vê yekê mînakên berê yê di dema nêzîk de jî mirov dibîne ku zimanê ku sîyasetmedaran bi kar tînin ji civakê re dibe sebeba berberî û rageşîyê . Dibe ku mirov pêşîya van tiştan bigre. Eger sazîya sîyasetê cîhê çareserîyê be lazim e ku zimanê endamên sazîyê jî weka vê sazîyê be.”

Demir di berdewama axavtina xwe de weha got,“Di sazîya sîyaseta Tirkîyê de gelek pirsgirêk hene. Lê tiştên ku herî zêde  tesîr li ser civakê dihêlin; ziman, jargon û telafûza ku ji ser civakê  tê gotin e.  Ev cîhe ku cîhê çareserîyê tê hesibandin wexta ku ji pirsgirêkan çareserîyan nebîne û wê demê dê di nav civakê de bibe sedema berberî û sedema probleman. Ev yek ji teref raya giştî ve tê zanîn . Ji ber van tiştan lazim e ku mirov hesas bibe, di vî warî de herî zêde jî divê siyasetmedar û serokên partîyên sîyasî gelekî hesas bin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir