• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Ji teref Kerwana Umûdê ya Qiziltepeyê ve ji bona êtîm û mixtacan kermes hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kerwana Umûdê, kermesê li Cadeya Ersoyluyê li Taxa Qoçhîsarê tertîp kir û Kerwana Umûdê xelqê ji bona kermesê dawet kir.

 Şemsettîn Alqanê ji rayedarê Kerwana Umûda Qiziltepeyê derheqê kermesê de daxuyanî da, Alqan di daxuyanîya xwe da destnîşan kir, di kermesê de şîvên dê ji teref xêrxwazan ve bê çêkirin ew ê bifiroşin û her wisa ew ê li kermesê şêranî, cil û tiştên ji bo xelatkirinê  jî bê firotin got.

“Em salê 12 meh alîkarîyê parve dikin”

Alqan di axivantina xwe de got ku ew, malbatên mixtac tespît dikin û piştî tespîtê ew alîkarîyê ji wan malbatan re dikin, Alqan axivantina xwe weha domand: “Em bi navê Kerwana Umûdê, ji bona  feqîr ,mixtac û malbatên êtîman alîkarîya xwe didomînin. Salê 12 meh bi îmkanên destê xwe û xwarin, cil û tiştên wisa yê ku ji teref xêrxwazan ve tên standin li faqîran belav dikin.”

“Em ji xêrxwazan re bang dikin ku bila alîkarîyên xwe bidomînin”

Alqan îfade kir ku ew her sal ji mirovên mixtac re alîkarîyê dikin û weha dewam kir, “Qezenca ku ji vê kermesê bê, emê teslîmê malbatên êtîm û malbatên mixtac bikin. Êtîm û mixtacên ku qeyda wan li Kerwana Umûdê heye gelek pir in û temamê van êtîm û mixtacan di rewşekî zor da ne. Di malê hinekî feqîran de mirov qet nikare tê de rûnê. Em bi alîkarîyên xêrxwazan ji bona van malbatan alîkarîyê dikin. Heta ku destê me digêhije em alîkarîyê dikin û emê alîkarîya xwe berdewam bikin. Daxwazîya me ye ku xêrxwaz ji bona ku bighêjin êtîm û mixtacan bila murecaetê me bikin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir