• DOLAR 32.251
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2418.465
  • ...
Li Ekvatorê di protestoya dijî hikûmetê de 18 kes hatin binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi sedan xwepêşandêr, ji bona ji polîtîqaya îqtîsadî yê Serokê Dewletê Guîllermo Lassoyê bertek nîşan bidin li ber seraya hikûmet ya Carondeleta a payîtexta Quîtoyê civîyan.

Hat destnîşankirin polês û artêş ji ber protestoyan li derdorê serayê bi barîqatan tedbîr girtin, ji teref xwepêşandêran ve barîqat hatin qulibandin û polês jî bi bombeyên xaz û bi ava tazyikî midexele li xwepêşandêran kir. Di encama protestoyan de 18 kes hatin binçavkirin. 

Di sala 2019an de, Serokê Dewletê yê  wê demê Lenîn Moreno, qirara rakirina subvansiyonê bûbû sebeba protestoyan û talankirinê.

Moreno di roja qirara rakirinê de rewşa neasayîyê îlan kiribû û leşkeran jî derxistibû derve, lê dîsa jî ev yek ji protestoyan û hedîseyên talanê re çareser nebûbû.  (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir