• DOLAR 32.409
  • EURO 34.845
  • ALTIN 2382.222
  • ...
Nêçîrvan Barzanî û Macron hevdîtin kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron doh  piştî ku ji Mûsilê vegeriya, derbasî ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê bû.Macron ji aliyê Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Piştî merasima pêşwaziyê, Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron civiyan û paşî civînê jî di konferanseke rojnamevanî de amade bûn.

Nêçîrvan Barzanî di vê konferansa rojnamevanî de li ser navê gelê Kurdistanê spasiya piştevaniyên Fransayê û Macron kir û got: “Gelek spasiya helwêst û rola serok Macron dikim di çareserkirina aloziyên payîza 2017 ên li gel Bexdayê de.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir