• DOLAR 32.394
  • EURO 34.623
  • ALTIN 2387.677
  • ...
Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya li ser asta Iraq û navçeyê û êrîşên terorê û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê guftûgo kirin.

Her wisa di civînê de ronahî xistin li ser hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û her du alî tekez li wê yekê kirin ku ji bo hilbijartin bibê sedema aramî û rasterêbûna proseya siyasî, pêwîste hilbijartin di dema xwe de bêne encamdan û mîsogeriya ewe jî hebê ku hilbijartineke pak û azad û dadperwerane li jîngeheke aram û dûrî li destkariyê birêvebiçê û her wiha hemû aliyek jî rêz li encama hilbijartinan û îradeya gel bigrin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir