• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Şewata daristanê ya li Çewligê her ku diçe belav dibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat şeva înê li gundên Dedebag û Guzeldereyê dest pê kir û di demeke kurt de bi tesîra bayê belavî herêmeke mezin bû.

Ji ber îxbara ku hat kirin ekîbên îtfaîyê û daristanê dest bi midaxeleyê kirin û hewl dan û şewatê bitefînin. Lê ji ber ku herêma ku lê şewat dest pê kiriye çiyayên asê ne di warê midaxele û tefandinê de zehmetî tê kişandin û şewat her ku diçe zêdetir belav dibe.

Sedema derketina şewatê hêj nayê zanîn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir