• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Şehîdên Sûsayê di salvegera şehadeta xwe de li ber serê qebrên xwe hatin bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

PKKyê ku xwediyê dîrokeke bi zilm, zordarî û qetlîaman hatiye dagirtine  di 26ê Hezîrana sala 1992an de li gundê Sûsaya Diyarbekirê 10 gundiyên ku di mizgeftê de nimêj dikirin dan ber guleyan û ew şehîd kirin.

PKKyê ku ji doh heta îro zilmê li xelkê Kurd dike  û êş û elemên mezin bi xelkê Kurd dide kişandin  û bi baweriya xelkê Kurd re şer dike; di 26ê Hezîrana sala 1992an de di ser mizgefta gundê Sûsaya Farqînê de girt û 14 Mislimanên ku di mizgeftê de nimêj dikirin dan ber guleyan. Ev êrîşa ku tê de 10 kes şehîd bûn di dîroka Kurdistanê de  berî niha neqewimî bû. Di heyamên ewil ên Komarê de  mizgeftan kiribûn axûr, Qur’ana Kerîm hatibû qedexekirin û li hember baweriya xelkê şer hatibû vekirin. Lê di 26ê Hezîrana sala 1992an de li Kurdistanê ji teref PKKê ve di ser mizgeftê de hatibû girtin  û bi şikleke girseyî qetlîam hatibû kirin.

PKK,  destê 14 Mislimanan girê da û piştî ku ji qudsiyetên Mislimanan re heqeratan kir re bi çekên lûledirêj Mislimanan da ber berikan. Di encama wehşetê de 4 birayên bi navê Zekî (12), Medenî (18), M. Mekî (19) û M. Saîd Fîdanci (28); M. Emîn (15), Adnan (20) û Ahmet Kantar (48), M. Alî Uslu (26), Huseyîn Çetînkaya (30) û melayê gund Abdulhaluk Ugas (37) şehit bûn. 4 kes jî wek birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Nas û hezkirî û hevaldozên şehîdên Sûsayê di salvegera 29emîn a qetlîama Sûsayê de ji ÎLKHAyê re axivîn.(ÎLKHA)

 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir