• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.464
  • ...
Cotyar Adil: “Peymana neftê ya ku bi Tirkîyê re hat kirin bes derheqê guzergahê de ye”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Adil di daxuyanîya ku da K24 de destnîşan kir, peymana ku hatiye kirin ne derheqê neftê de bes derheqê guzergahê de ye. Adil dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di 2014an de dema ku Herêma Kurdistanê ji teref Serokwezîrê Iraqê Haydar Abadî ve hat dorpêçkirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo veguhastina neftê mecbûr ma ku dest bi lêgerînekê bike da ku çavkanîyeke dahatê peyde bike. Di wê heyamê de tu çavkanîyên dahatê di destê Herêma Kurdistanê de tune bû.Ji ber vê yekê  di navbera Tirkîye û Herêma Kurdistanê de lihevkirinek çêbû. Lê belê peymana ku hatiye kirin ne derheqê neftê de ye, derheqê guzergaha nefta ku dê bê birin Ceyhanê de ye.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir