• DOLAR 32.272
  • EURO 34.81
  • ALTIN 2456.915
  • ...
HUDA PAR: “Êdî em ê nikaribin heqê dermanan bi xwe jî bişînin Filistînê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cens di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir, pêşnûma hat qebûlkirin û êdî em ê nikaribin heqê dermanan bi xwe jî bişînin Filistînê.

Li gorî teklîfa qanûnê ya ku ji teref AK Partîyê ve ji meclîsê re hat pêşkêşkirin,  ew m temamê alîkarîyên ku dê ji sazî û şexsên ku ji teref Neteweyên Yekbûyî ve wek terorîst hatine îlankirin, karibe bê qedexekirin.

Cens di daxuyanîya xwe ya ku derbarê vê qanûnê de li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de wiha got: “ Xuşk û birayên Filistînî! Pêşnûma bû qanûn. Em wek Mislimanên Tirkîyeyê ji xwe nikaribûn ji we re gule, çek, mûşek  bişînin; ji niha pê de  ji ber vê qanûnê em ê nikaribin alîkarîya pereyan jî ji we re bikin. Tewekkula xwe ya bi Xwedê bidomînin. Ew besî we ye, lê belê dema ku em derketin hizûra Wî ka em mêze bikin ew ê çi bibe, ew ê çi bê serê wan kesên ku we xistin vî halî?”

Cens di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, dema ku teklîfa qanûnê di meclîsê de dihatin gotûbêjkirin siyonîstên îşxalker êrîşî Xazzê kirin û dû re wiha li got: “Siyonistê îşxalker ê ku bi van gotin û kirinên xweş rabû şahê li gorî kêfa dilê xwe êrîş bir li ser Xazzê.”(ÎLKHA)

 

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir