• DOLAR 32.186
  • EURO 34.965
  • ALTIN 2504.922
  • ...
Partîya Doza Azad:“PKK li Herêma Kurdistanê îşxalker e û divê herêma Kurdistanê terk bike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Divê PKK herêma Kurdistanê terk bike”

Saglam di daxuyanîya ku belav kir de balan kişand li ser zirara ku PKKê dide Herêma Kurdistanê û destnîşan kir, divê PKK ji Herêma Kurdistanê derkeve û dû re wiha got: “Di van demên dawî de  PKK di nav sînorên Herêma Kurdistana Iraqê de  êrîş û sabotejên xwe yên li hember Pêşmergeyan zêde kir ku ev yek gefeke mezin li îstîqrar û aramîya herêmê dixwe. Ne mimkûn e ku rêxistineke ku îddîa dike ew ji bo berjewendî û menfeatên Kurdan micadele dike, Kurdan bi xwe hedefa xwe. Di vê heyamê de pêdivîya Herêma Kurdistanê bi îstîqrar û aramîyê heye; lê belê PKK di heyameke wisa girîng de êrîşên xwe yên li hember Kurdan zêde dike ku ev yek rûyê wî ya rastî derxist holê.”

“PKK ti carî di nav Kurdan de nebûye terefdarê hizûr, aştî, yekîtî û tifaqê”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de qala helwesta PKKê ya li hember Kurdan kir û got: “PKK ti carî di nav Kurdan de nebûye terefdarê hizûr, aştî, yekîtî û tifaqê. Temamê tifaq û peymamên ku PKK di nav de be dê ne mayînde bin û ev tifaq û peymanên ku dê PKK di nav de be dê ji berjewendî menfeata Kurdan re xizmetê nekin. Me vê heqîqetê heftîya borî li Kurdistanê Sûrîyê dît. Lewra digel ku berî niha tifaqek çêbûbe jî, êrîşî ofîsên ENKSê kirin. PKK rêxistineke wisa ye, dema ku bi hêz û xwedî qewet be ji xwe pê ve tahûmûlî hebûna tu rêxistinên din nake û zordarîyê li wan rêxistinên din dike da ku teslîmî wan bibin. PKK ji bo ku desthilatdarîya xwe li derdorê bide qebûlkirin, heta îro bi hezaran Kurdên ku pîrek, zarok, ciwan û îxtîyar di nav wan de bûn  kuşt. Lê belê di wan heyam û herêmên ku tê de lawaz e û ne xwedî hêz e,  her tim bûye hawarî û pêşengê biratî û aştîyê. PKK li Herêma Kurdistanê îşxalker e û divê PKK  herêma Kurdistanê terk bike.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir