• DOLAR 32.39
  • EURO 34.626
  • ALTIN 2385.41
  • ...
Li Îranê 24 seatên dawî de 221 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 51 hezar û 949 kesan û bi pêketina 8 hezar û 201 kesê din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser milyonek û 100 hezarî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 221 kesê din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 51 hezar û 949 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tesptîtkirin derket li ser milyonek û 100 hezarî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir