• DOLAR 7.417
  • EURO 8.974
  • ALTIN 438.82
  • ...
Li Îranê 24 seatên dawî de 391 kesê din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 47 hezar û 486 kesan û bi pêketina 13 hezar û 402 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 922 hezar kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 391 kesê din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 47 hezar û 486 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tesptîtkirin derket li ser 935 kesan.”(ÎLKHA)



Markanız bizimle şehrin markası olsun
ŞEHİR MARKALARI
Reklam İletişim 0212 562 60 06

Bu haberler de ilginizi çekebilir