• DOLAR 32.229
  • EURO 34.785
  • ALTIN 2447.139
  • ...
Li Îranê 24 seatên dawî de 482 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 46 hezar û 689 kesan û bi pêketina 13 hezar û 961 kesê din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 908 hezar kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 482 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 46 hezar û 689 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tesptîtkirin derket li ser 908 kesan.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir