• DOLAR 32.384
  • EURO 34.698
  • ALTIN 2402.589
  • ...
Yapicioglu: Kî dibe serokê Amerîkayê bila bibe  dê polîtîkayên emperyalîst berdewam bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Êrîşa dawî ya ku li zanîngehê  hat kirin bi me dide nîşandan ku li Efxanistanê nayê xwestin ku îstîqrar hakim be û tê xwestin midaxeleya ji derve berdewam be “

Yapicioglu di nirxandina ku kir de derheqê êrîşa ku li Zanîngeha Kabîlê ya Efxanistanê hat kirin de wisa got: “Ew şer û pevçûnên ku ji sala 2001ê vir ve li welêt berdewam dike bi dehhezaran sîwîl canê xwe ji dest dan.Berî niha bi daxuyanîya ku hat ragihandin hat destnîşankirin ku ew ê leşkerên Amerîka ji Efxanistanê vekişin ku ev yek ji bo aştî û îstîqrara li Efxanistanê bû hêvîyek. Lê belê piştî vê qerar û peymanê kaos û alozîya li welêt zêdetir bû ku ev yek jî gelekî watedar e. Êrîşa dawî ya ku li zanîngehê  hat kirin bi me dide nîşandan ku li Efxanistanê nayê xwestin ku îstîqrar hakim be û tê xwestin midaxeleya ji derve berdewam be. Divê leşkerên biyanî ji Efxanistanê vekişin. Dema ku leşkerên bîyanî ji Efxanistanê vekişîyan ew ê îstîqrar  û aştî li welêt hakim bibe.”

“Divê Misliman li dijî dijmintîya Îslamê ya ku ji teref Ewrûpayê ve tên kirin bibin yek”

Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, li Almanyayê hat xwestin ku li dijî Charlîe Hebdoyê ku bi karîkaturan êrîşê dibe li ser Îslam û Pêxemberê me çalakîyek bê lidarxistin, lê belê ev çalakî ji teref birêveberîya Almanyayê ve hat astangkirin. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li Ewrûpaya lîberal  ev çalakî ji bo ‘parastina azadîya fikr û ramanê’ hat qedexekirin ku ev yek durûtîya Almanyayê nîşan dide. Li Ewrûpaya qaşo lîberal  ji temamê çalakî û bernameyên ku tê de heqaret û êrîş li Îslamê tên kirin re destûr tê dayîn; lê belê çalakîyên aştîyane wek ‘mudaxeleya azadîya fikr û ramanê’ tên nirxandin. Li Almanyayê bes di sala 2019an de 871 êrîş li Mislimanan hat kirin. Serokwezîra Almanyayê Merkel di daxuyanîyeke xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ‘terora Îslamîst dijminê me ya hevpar e. ‘ Merkel bi vê gotina xwe fikr û ramana xwe ya derheqê Îslam û Mislimanan de eşkere kir.Li dijî van êrîş û heqaretên ku li Îslam û Mislimanan tên kirin, divê temamê Mislimanan bibin yekdeng û xwedî li nirxên xwe yên hevpar derkevin.”

“Heta ku  polîtîkayên Amerîka yên li hember erdnigarîya Îslamê, Quds û Filistînê neyê guhartin kî tê serî bila were ew ê tiştek neyê guhartin.”

Yapicioglu di dawîya nirxandina ku kir de balan kişand li ser hilbijartinê serokatîyê ya ku li Amerîkayê hat kirin û derbarê mijarê de wiha got: “Di hilbijartinan de Bîden û Trump ketin pêşbirgê. Li gorî encamên nefermî Bîden di hilbijartinan de bi ser ket.Lê divê bê zanîn li Amerîkayê tiştê ku muhîm e pergal bi xwe ye. Ev pergal jî li ser menfeat û berjerwendîyên Amerîkayê hatiye damezrandin û ji bo vê yekê li temamê dinyayê zilmekî mezin tê kirin. Demokrat û Komarevan her du jî perçeyeke vê pergalê ne. Kesê ku hat serî  qewm, ziman, reng û nîjada wî ne muhîm e ew dîsa polîtîkayên emperyalist a Amerîka berdewam bike.Heta ku  polîtîkayên Amerîka yên li hember erdnigarîya Îslamê, xelkên ku zilm li wan tê kirin, Quds, Doza Filistînê neyê guhartin kî tê serî bila were ew ê tiştek neyê guhartin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir