• DOLAR 32.26
  • EURO 35.127
  • ALTIN 2506.718
  • ...
Xwendekar û akademîsyenan piştgrîyê dan çalakiyên Xezzeyê yên xwendekarên Amerîkayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xwendekar û akademîsyenên Zanîngeha Batmanê, bi daxuyaniya çapemenîyê piştgrîyê dan çalakiyên li dijî qetlîam û jenosîda li Xezzeyê yên xwendekarên Amerîkayê.

Gelek xwendekar û akademîsyenên zanîngehê li ber Fakûlteya Îlmên Îslamî kom bûn, alên Filistînê vekirin, dovîzan rakirin.

Di daxuyaniya çapemenîyê ku nûnerên STKyan jî beşdar bûn, îlahî hatin gotin û li dijî rejîma îşxalker a sîyonîst slogan hat gotin.

Piştre li ser navê xwendekaran daxuyaniya çapemeniyê Rıdvan Ergîn xwend û diyar kir ku Amerîka ya ku rejîma îşxalker bi çekên jenosîdê teşhîr kir, kiryarên hovane yên li Xezzeyê didomîne.

Daxuyaniya çapemenîyê piştî duayên hat kirin qedîya. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir