• DOLAR 32.28
  • EURO 34.84
  • ALTIN 2446.502
  • ...
Wezîrê Herêma Kurdistanê û rayedarên WHO  civîyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di civîna ku hat kirin de zêdebûna hejmara pêketîyên Coronavîrusê yên li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Hewezî derbarê mijarê de destnîşan kir “Rewş her ku ber bi nebaşîyê ve diçe. Ji ber vê yekê divê temamê civakê li dijî belavbûna Coronavîrusê bi dîqqet be.”

Di 3 rojên dawî de hejmara kesên ku bi Coronavîrûsê dikevin zêde dibe. Li gorî daneyên ku ji teref rayedaran ve hatine belavkirin, li Herêma Kurdistanê heta niha 64 hezar û 823 kes bi vîrusê ketin û 2 hezar û 226 kes jî ji ber vîrusê mirin.

Wezîrê Tenduristîyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzencî bi daxuyanîya ku belav kiribûn gel, derheqê  zêdebûna Coronayê de îqaz kiribû.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir