• DOLAR 32.423
  • EURO 34.66
  • ALTIN 2387.37
  • ...
Cigîrê Serokê Meclîsa Iraqê êrîşa ku li avahîya PDKê hat kirin şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îro di wextên şeveqê komekî ku tê diyarkirin terefdarên Heşdî Şabî ne li ber avahîya PDKê ya li Bexdayê civîyan û xwepêşan lidar xistin. Piştî demekê xwepêşandêran êrîş birin li ser avahîya PDKê û ala Kurdistanê û sûretên rayedarên Kurdistanê şewitandin.

Derbarê vê êrîşa ku hat kirin de ji teref Dr. Beşîr Heddadê Cigîrê Serokê Meclîsa Iraqê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Heddad di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Ez vê êrîşa ku hatiye kirin şermezar dikim. Ew ala ku hatiye şewitandin bes ne sembola partîyekê, sembola milletekê ye. Ev al ji teref makaqanûnê ve hatiye qebûlkirin. Divê derheqê asayîşa ku ji herêmê berpirs e û midaxeleyî bûyera nekirye de lêkolîn bê destpêkirin. Divê kesên fail bên girtin li mehkemê hisabê bidin.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir