• DOLAR 32.251
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2418.465
  • ...
Mesrûr Barzanî: Çaksazî proseyeke berdewam e û dê hemû kartan li xwe bigire
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî xebera KDP.info Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, “Xwe bi bextewer dizanim ku îro hatime Parlemana Kurdistanê ji bo çend babetên ji Parleman û raya giştî re cihê girîngiyê ne pêşkêş bikim. Bêgûman Parlemana Kurdistanê wek dezgeheke rewa û rewa û bilind a destûrî ye, her dem ji me re cihê rêzê ye. Piştî sûndxwarin û destbikarbûna me di kabîneya nehem a Herêma Kurdistanê de, me pêwendiyên bihêz ligel Parlemanê û desthiltên din ên Herêma Kurdistanê hebû ku bandora wê ya erênî li ser cibicîkirina karnameya kabîneya nehem a Hikûmeta Kurdistanê hebû.”

Barzanî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir: “Berawird ligel xuleyên berê yên Parlemanê, di kabîneya nehem a Hikûmetê de me zêdetir wezîr û berpirsên hikûmî şandin Parlemanê û civînên komîteyên Parlemanê, li ser bingeha şefafiyetê bi erkê xwe dizanin rastiyan ji xelkê xwe re bibêjin û dûr ji hemû mozayediyekê, berdewam dibin bi çaksaziyê.”

“Di demeke nêzîk de, Encûmena Wezîran raporteke taybet û tije hûrgilî derbarê yasaya çaksaziyê dişîne Parlemanê”

Mesrûr Barzanî amaje bi wê da: “Di heyama salekê ya destbikarbûna kabîneya nehem, Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhan tûşî çend qeyranên tendirustî û aborî bûne. Belavbûna vîrûsa Koronayê û daketina nirxê petrolê û şandina beşa budceya Herêma Kurdistanê, bandor li ser hemû beşên jiyanê dirust kiriye. Tevî hemû wan qeyranan, lê em bi cibicîkirina projeyên stratejî ranawestin û li gor karîna darayî ya li ber dest berdewam dibin. Her ji destpêkê ve, me bi girîngî kar li ser çaksaziyê kir, lê çaksazî proseyeke berdewam e û bi şev û rojekê bi dawî nabe. Belkû berdewam dibe û hemû kartan li xwe digire. Me li ser çend astên cuda dest bi çaksaziyê kiriye ku li ser du beşên sereke tên dabeşkirin: Çaksaziya darayî û çaksaziya kargêrî.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir