• DOLAR 32.299
  • EURO 34.892
  • ALTIN 2437.393
  • ...
PKKê rayedarekî Mala Êzîdîyan revand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê mijarê de Seîd Zeroyê berpirsê medyayê yê Mala Êzîdîyan ji K24an re axivî û destnîşan kir; PKKê Şêx Seîd Dexîl Yusufê  berpirsê Mala Êzîdîyan a li Xanesorê revand.

Seîd Zero di daxuyanîya xwe de destnîşan kir; PKKyîyan bi hinceta “li dijî hebûna PKKê ya li Şengalê vexwandina xelkê ji bo protestoyan” hatiye revandin.

Zero di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir “Em hebûna tu koma ku ne ji Iraqê be li Şengalê qebûl nakin û em ê xwepêşanên xwe bidomînin” Zaro dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em ê jî endamên PKKê binçav bikin û em ê destûr nedin hebûna PKKê ya li vê derê.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir