• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
SON DAKİKA
Weqfa Karwana Hêvîyê amadehîyên serjêkirina qurbanan temam kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

VIDEO

Rayedarên weqfê yên ku daxuyanî dan destnîşan kirin ew li benda alîkarîya xêrxwazan in û ew telebkar in ku qurbanên wan serjê bikin û goştê wan qurbanan bigihijînin kesên feqîr.

Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran derbarê mijarê de ji ÎKHAyê re daxuyanîyek da.

Kurtaran di daxuyanîya xwe ya ku da de derbarê mijarê de destnîşan kir, ji ber Coronavîrusa ku temamê dinyayê xistiye bin tesîra xwe zêdetir însan mexdûr bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wexteke hindik ma ji Îda Qurbanê re. Em wek Weqfa Karwana Hêvîyê ji bo qurbanan amadehîyan dikin. Niha em li salaxanê ne. Bi izna Xwedê em ê roja Îda Qurbanê li vê derê bin û wekaletan bînin cî û qurbanan serjê bikin.”

“Em qurbanên xêrxwazan serjê bikin û goştên wan ji kesên mixtac û êtîm re belav bikin”

Kurtaran di berdewama daxuyanîyê de diyar kir niha şert û mercên jiyanê gelekî dijwar in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi izna Xwedê em di bergeha tevdîran van rojên zor û zehmet li pey xwe bihêlin. Em qurbanên xêrxwazan serjê bikin û goştên wan ji kesên mixtac û êtîm re belav bikin.Gelek zêde malbatên ku rewşa wan nebaş e hene. Çavên wan malbatan li rêya me ye. Em daxwaz dikin ku kesên xêrxwaz qurbanên xwe bi me bidin serjêkirin da ku em karibin ji wan malbatên ku berî niha hatine amadekirin re alîkarî bikin. Em îda xêrxwazên xwe û temamê alema Îslamê ji niha ve pîroz dikin.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir