• DOLAR 32.261
  • EURO 34.684
  • ALTIN 2404.359
  • ...
Ji ber coronayê li Herêma Kurdistanê nimêjên înê û temamê rêûresmên dînî hatin betalkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di kombûna ku hat tertîpkirin li ser 5 xalên li jê re biryar hat dayîn:

1- Ji rewangeha ku peyam û armanca sereke ya hemû olan, parastina giyan û laşê mirov e, herwiha bi sedema tomarkirina çend keyseke vîrûsa Koronayê li bajarê Silêmaniyê, ji bo xweparastinê, biryar hat dayîn ku tevahiya rêûresmên olî li mizgeft, kenîse û perestgehan bi gotara Înê ya mizgeftan jî li seranserî Herêma Kurdistanê heta demeke ne diyar bên ragirtin.

2- Tekezkirina li ser berdewamiya dabînkirina hemû pêwîstiyên nexweşxaneyan, kerentîn û deriyên sînorî li Herêma Kurdistanê.

3- Rênimayên pêwîst û zêdetir bo sînordarkirina çûnûhatinê li binke, bazge û deriyên sînorî werin girtin, bêyî ku bandorê li rawestandina tevgera bazirganiyê bike.

4- Bo kêmkirina bargiraniya ziyanên ku bi sedema rêkarên xweparastinê bi ber xwedî cihên bazirganî dikeve. Encûmena Wezîran biryar da bi raspardina wezîrên pêwendîdar bi cibicîkirina rêkarên yasayî yên pêwîst bi riya pêdaçûnê bi kirê û baca dahata wan cihan û bi arasteya kêmkirina wan bi awayekî ziyanên darayî li ber çav werin girtin. Bo vê mebestê jî wezaretên peywendîdar rênimayên pêwîst bo asankariya cibicîkirina vê biryarê derdikin.

5- Pêwîst e aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû rêkarên tenduristî li kampên koçber û penaberan bigirin. Ji bo vê mebestê jî hevahengî bi rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar re bê kirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir