• DOLAR 32.251
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2418.465
  • ...
Neteweyên Yekbûyî: Sala borî 10 hezar kesên sîwîl an hatin kuştin an jî birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di raporteke ku îro ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat belavkirin de hat destnîşankirin; di sala 2019an de li Efxanistanê 10 hezar kesên sîwîl an hatin kuştin an jî birîndar bûn.

Li gorî raportê de di 10 salên dawî de hejmara kesên sîwîl ên ku canê xwe ji dest dan li Efxanistanê derket li ser 100 hezar kesan.

Dîsa di raporta ku hat belavkirin de hat diyarkirin di sala 2019an de 3 hezar û 403 kesên sîwîl hatin kuştin û 6 hezar û 989 kesên sîwîl jî birîndar bûn.

Tadamichi Yamamotoyê Temsîlkarê Efxanistan ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî  bi daxuyanîya ku belav kir bang li terefên ku pev diçin kir û ji wan xwest ku demildest dawî li şer û pevçûnê bînin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir