• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.464
  • ...
Serokê Parlamentoya Kuweytê plana qaşo ya aştîyê ya Amerîkaya îşxalker avêt çopê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin di danezana bidawîbûnê ya Yekîtîya Parlamentoyên Ereban a 30emîn a ku li Urdunê hat lidarxistin de ji ber ku meseleya Filistînê bi şikleke edilane nayê çareserkirin nerazîbûn hat nîşandan. Serokê Parlamentoya Kuweytê Merzuk Alî el-Ganîm plana qaşo ya aştîyê ya Amerîkayê avêt çopê.

Merzuk el Ganîm di civîna bi navê “Ev yek doza Mislimanan û Ereban e. Divê em ji birayên xwe yên Filistînî re di doza wan a heqdar de bibin alîkar” de axavtinek kir.

Ganîm di axavtina xwe de diyar kir “Ew plana qaşo a aştîyê mirî hatiye dinyayê, hezar hikûmet jî werin nikarin vê bazar bikin. Cihê wan kaxizên ku bi navê Peymana Sedsalê tê binavkirin û li ser navê Mislimanan û Ereban hatiye amadekirin çopa dîrokê ye.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir