• DOLAR 32.196
  • EURO 34.976
  • ALTIN 2512.987
  • ...
Li Çînê ji ber koronavîrusê hejmara mirîyan derket 106an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daneyên dawî yên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber koronavîrusê canê xwe ji dest dane zêde dibe. Tê diyarkirin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 106 kesan.

Derbarê mijarê de ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ya Çînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, ji ber vîrusê heta derketiye holê heta niha 106 kes canê xwe ji dest dan û 4 hezar û 515 kes bi koronavîrusê ketine ku rewşa 976 kesan giran e.

Çînê ji bo micadeleya li dijî koronavîrusa kujende ya ku bi lez li dinyayê belav dibe 1,63 milyar dolar veqetandibû.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir