• DOLAR 32.421
  • EURO 34.623
  • ALTIN 2379.939
  • ...
Barzanî: Kêm maye ku rewş biteqe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temamê metna daxuyanîyê ya ku ji teref Serokê Berê yê Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ve hatiye belavkirin wisa ye:

 “Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Di dema çend rojên derbasbûyî de rewşeke gelekî metirsîdar li navçeyê û Iraqê hatiye holê û ji hemû aliyek hest bi metirsiyeke mezin dike.

Di rewşeke wiha de jî pêwîst e ji bo peydakirina çareseriyê, guh li eqil û lojîkê were girtin, ne mirov li pey silogan û gengeşeyên bêsûd bigere.

Niha kêm maye ku rewş biteqe û gelekî aloz e.

Ji ber vê yekê, divê hemû aliyek û ew xelkê ku hest bi berpirsiyariyê dikin, bi eqil û hikmetê çareseriyeke gûncav û me'qûl peydabikin ku di xizmeta hemû aliyekî de de.

Eger bê û proseya çareserkirinê li ser rêyeke wiha be, em jî ji bo alîkariya peydakirina çareseriyê kêmasiyê nakin, lê belê nabe ku Iraq rastî şerê bi wekalet û çarenivîseke windayî bibe.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir