• DOLAR 32.195
  • EURO 34.972
  • ALTIN 2507.627
  • ...
Trump derbarê Tirkîyê de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî derheqê Tirkîyê de daxuyanîyek belav kir.

Trump di daxuyanîya xwe ya ku da de derbarê Tirkîyê de destnîşan kir “Brian Kilmeadeyê di bernameya Fox and Friendsê de hemû tiştî xelet fam kiriye. Em ê tevlî wî şerê ku ev bû 200 sal di navbera du koman de berdewam dike nebin. Ewrûpa xwedî derfet bû ku wan mahkûmên xwe yên ku endamên DEAŞê bûn teslîm bigire, lê belê ew nexawastin bedela vê yekê bidin. Gotin em dev jê berdin bila Amerîka bedela wê bide. Kurd dibe ku hinek kesan(endamên DEAŞê) ji bo tevlî vî karî bikin serbest berdin. Ekserîyeta wan ji teref Tirkîye û Ewrûpayê ve bi hêsanî dikarin bên girtin, lê belê divê ecele bikin. Ew ê mueyyîdeyên mezin li Tirkîyê bên tetbîqkirin. Bi rastî jî însanan difikirin gelo ma hewce dike em bi Tirkîyeya ku endamê NATOyê ye re bikevin herbê. Ew ê ew herbên ku dawî lê nayên biqedin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir