• DOLAR 32.211
  • EURO 34.717
  • ALTIN 2448.387
  • ...
SON DAKİKA
Derheqê teqîna li Diyarbekirê de 2 kes hatin binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin derheqê teqîna ku li Pasûra Diyarbekirê pêk hat û tê de 7 kes jiyana xwe ji dest dan de 2 kes hatin binçavkirin.

Doh êvarî li çoltera Pasûra Diyarbekirê teqemenîya ku berî niha ji teref PKKyîyan ve di kevîya rê de hatibû bicîkirin di dema derbasbûna wesayîta sîwîl de hatibû înfîlakkirin û di teqînê de 7 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 10 kes jî birîndar bûbûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin piştî teqînê di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin de derheqê 4 kesan de qerara binçavîyê hat dayîn.

Di encama operasyona ku hat lidarxistin de Serokê Navçeya Pasûrê yê HDPê A.K. û Midûrê Karên Fenê yê Şaredarîya Pasûrê  Ş.A. hatin binçavkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir