• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Hejmara malbatên ku çalakîyê li dar dixin derket 28an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin hejmara dayikên ku zarokên wan  hatine revandin li serê çiyê û  li ber avahîya HDPê ya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê çalakîyê li dar dixin derket 28an.

Sevda Demîra ku lawê wê hatiye revandin ji Hênêya Diyarbekirê beşdarî çalakîyê bû destnîşan kir lawê wê Fatîh Demîr  ji teref PKK/HDPyîyan ve hatiye revandin û hatiye birin Licê û ji wê derê hatiye birin çiyê.

“Ev bû 5 sal ku kezeba min dişewite”

Dayika bi navê Sewda Demîr bi kelogirî got, dema ku lawê wê hat revandin 19 salî bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev bû 5 sal ku lawê min hatiye revandin. Lawê min li Licê dixebitî û dû re çû Malatyayê ji bo xebatê. Piştî ku li wê derê rojekê xebitî ye hatiye Diyarbekirê. Em hîn bûn, piştî ku lawê min hatiye Diyarbekirê ew revandine çiyê. Ew birin Licê. Va ev bû 4 sal ku em li wî digerin. Em nizanin ew li kû ye. Dema ku winda bû 19 salî bû, niha 24 salî bû. Ev bû 5 sal ku kezeba min dişewite.  Min zarokê xwe bi sed zehmetî mezin kir, lê ne ji bo ku beşdarî terorê bibe.”

“PKK/HDPyî ji min re gotin ku lawê te mirîye”

Dayika bi navê Salîha Tok a ku ji bo lawê xwe Yetîş Tok beşdarî çalakîyê bûye destnîşan kir ew ji Bidlîsê hatiye Diyarbekirê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lawê min di sala 2015an de hat revandin. Niha 24 salî ye.  Ji min re gotin ku lawê te mirî ye, ji ber ku ceseda wî nedan min ez zen dikim ku ew sax e. PKK/HDPyî ji min re gotin ku lawê te mirîye.  Dîsa PKK/HDPyî ji min re gotin ku birîndar filitîye û sax e.  Tu têkilîya lawê min bi partîyê re tuneye.  Yekî ku pê re çûbû hat teslîm bû.  Wî kesî ku ji me re got ku Yetîş ji Stenbolê anîne Bidlîsê û ji wê derê jî wî teslîmî kampê kirine.  Ez ji bo ku destekê bidim van malbatan û ji bo lawê xwe hatim vê derê.”(ÎLKHA













Bu haberler de ilginizi çekebilir