• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.464
  • ...
Çavuşoglu: Amerîka cardin hiqûqa navneteweyî binpê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Amerîkayê Donald Trump îşxala çeteyên siyonîst û terorîst a li Girên Golanê bi şikleke fermî nas kir. Trump qerarnameya ku pê desthilatdarîya siyonîstan a li Girên Golên tê naskirin îmze kir.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu derbarê naskirina vê îşxala siyonîstan de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir. Çavuşoglu di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Amerîka cardin hiqûqa navneteweyî binpê kir. Lê belê ev qerar dê îlhaka ku ji teref îsraîlê ve hatiye kirin meşrû neke. Berewajî ew ê ev yek li ber hewldanên aştîyê ya li Rojhilata Navîn bibe asteng û dê li herêmê rageşîyê zêde bike.”(ÎLKHA)
 

Bu haberler de ilginizi çekebilir