• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Otobus û kamyon li hev qelibîn: Mirîyek 45 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin  li ser Rêbeja Diyarbekir-Çinarê otobusa rêwîyan a aîdî şaredarîyê û kamyon li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 45 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li ser Rêbeja Diyarbekir-Çinarê  otobusa rêwîyan a şaredarîyê ya bi plaqeya 21 AAE 344 û kamyona bi plaqeya 21 VF 040 li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de kesekî bi navê Alî Ertem  jiyana xwe ji dest da û 45 kes jî birîndar bûn.

Navên kesên ku dî qezayê de bîrîndar bûne wîsa hat ragîhandîn: "Şengul Şeker (30), Azat Demîrkiran (17), Meryem Ermîş (30), Dîlan Babur (18), Buşra Karataş (18), Muzaffer Karataş (35), Hatîce Karataş (17), Nergîs Sayar (15)Kubra Sayar (20), Hatîce Sayar (47), Hamdullah Tunç (30), Anil Denîz (23), Kubra Esen (26), Berzan Aladağ (17), Tulay Aladağ (26), Edîp Akdağ (26), Şahîn Yilmaz (24), Dîlaver Doğan (19), Kazanfer Caner(52), Yusuf Oral (19), İhsan Karaman (53), Mehmet Emîn Dağli (18), Şahîn Yilmaz (24), Zeynep Karabat (18), Abdullah Çîftçî (19), Saadet Azîze Guler (24), Dîjle Akyuz (18), İlknur Eryaşar (26), Vedat Kilinç (21) Semanur Aydin (14), Fîrdevs Çelîk (17), Nazente Usta (64), Medîne Oztemel (17), Mehrîban Oztemel (16), Zehra Şeker (15), Hîranur Demîrsoy (9), Şahrîban Demîrsoy (37), İhsan Dalkiran (34), Amîne Demîrsoy (16), Bezdan Aladağ (16), Edîp Akdağ (26), Ammar Demîrsoy (7), Zelal Aslan (17) û Fadîme Gunen (17).

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Ji teref Qeymeqamtîya Çinarê ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 45 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir