• DOLAR 32.533
  • EURO 34.771
  • ALTIN 2413.433
  • ...
Bavê mehkûmê Yûsifî ber bi ebedîyetê ve hat oxirkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şêxmûs Ozerê 85 salî yê ku li Êlihê îqamet dikir ji ber nexweşîya xwe ev demeke dirêj bû ku tedawî didît. Ozerê ku ev demeke dirêj di beşa lênêrîna giran a Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê de dihat dermankirin berî vê du rojan ji ber nexweşîya xwe ya giran digel temamê midaxeleyan çû rehma Xwedê.

Piştî muameleyên ku li nexweşxanê hatin kirin re cenazeya Xalê Şêxmûs ji teref hezkirî û naskirîyên wî ve hat girtin û piştî nimêja cinazê ya ku hat edakirin re li Goristana Girbereşk hat definkirin.

Temsîlkarên partîyên siyasî, alim û rsîpîyên herêmê, naskirî û hezkirîyên Xalê Şêxmûs beşdarî merasîma definkirinê bûn.

Malbata Ozer tazîyeyan li Mala Şînê ya BATSOyê ya li Taxa Çandê ya Êlihê qebûl dikin.

Mehkûmê Yûsifî yê bi navê Mehmet Garîb Ozerê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî bi kumpas û komployên FETO hat girtin û ev 16 sal in di girtîgehê de tê girtin û mexdûrkirin.
Ji alîyekî ve kesên bêsûc û bêgubeh ên ku bes sûcên wan ji Îslamê re xizmetkirin bû û bi kumpas û komloyan hatin girtin hêj mexdûrîyeta wan berdewam dike û qet nayên dîtin û li hember zilm û zordarîya ku li wan tê kirin kesên rayedar xwe kerr û lal dikin û ji alîyê din ve jî bi sedan kesên ku di dozên mîna Ergenekon, Balyoz de dihatin darizandin di şevekê de hatin tahlîyekirin ku ev yek jî nîşan dide ku li Tirkîyê edalet û hiqûq tuneye û bes hiqûqa serdestan derbasdar e.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir