Erdhej bû sedema mirina 2 kesan
Ji ber erdheja ku li Kirmanşaha Îranê pêk hat û tesîra xwe li Kurdistana Iraqê jî nîşan da bû sedema mirina 2 kesan.
Hat ragihandin Ji ber erdheja di mezinahîya 6,4 a ku li Kirmanşaha Îranê pêk hat û tesîra xwe li Kurdistana Iraqê jî nîşan da bû sedema mirina 2 kesan.
Berpirsîyarê Ofîsa Karên Însanîm yê Silêmanîyê Bestûn Jaleyî debarê mijarê de diyar kir ji ber erdheja ku pêk hat li Kelara navçeya Silêmanîyê 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.
Jaleyî diyar kir her du kes ji ber ku tirsîyan xwe ji avahî avêtine û jiyana xwe ji dest dane.
Di encama erdheja di mezinahîya 6,4 a ku li Kirmanşaha Îranê pêk hat de zêdetirî 500 kesan birîndar bûn.(ÎLKHA)