• DOLAR 32.228
  • EURO 34.77
  • ALTIN 2458.06
  • ...
HUDA PARê ji êrîşên siyonîstên terorîst re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Siyonîstên terorîst ji doh ve bênavber êrîşî Xazzê dikin, di êrîşên ku ji doh ve tên kirin de televîzyona El Eqsa hat bombekirin. Her wisa di êrîşîên asimanî yên ku li tevahîya Xazzê hatin kirin de 7 Filistînî şehîd bûn. Rayedarên HUDA PARê yên ku ji êrîşên siyonîstên terorîst re bertek nîşan dan, helwesta sersar a medyaya Tirkîyê û ya cîhanê ya li dijî êrîşên siyonîstan rexne kirin.

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, Serokê Pêwendîyên Derve Saîd Şahîn, Alîkarê Serokê Giştî Vedat Turgut û Endamê Lijneya Îstîşareyê  Îsa Aydin  derbarê êrîşên ku ji teref siyonîstên terorîst ve li Xazzê tên kirin de ji ser medyaya civakî daxuyanî dan û ji êrîşên ku tên kirin bertek nîşan dan. Rayedarên HUDA PARê di daxuyanîya ku dan de her wisa diyar kirin  sedema van êrîşên ku tên kirin îxtîlafa di navbera Mislimanan de ye.

"Ew televîzyonên ku dema kameraya rojnamegerekî Xerbî bişkî dê bi seatan weşanê bikin niha di weşanên xwe de ew ê kîjan partî di hilbijartinan de kî namzed nîşan bide nîqaş dikin"

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu helwesta medyayê ya li dijî êrîşên ku tên kirin de rexne kir û weha got: "Xazzê ji asîmanê tê bombebarankirin, Televîzyona Eqsa hatiye hilweşandin, şehîd û birîndar hene. Tankên siyonîstan amadehîyê dikin da ku ji bejayê bikevin Xazzê. Ew televîzyonên ku dema kameraya rojnamegerekî Xerbî bişkî dê bi seatan weşanê bikin niha di weşanên xwe de ew ê kîjan partî di hilbijartinan de kî namzed nîşan bide nîqaş dikin."

"Misliman di nav xaflet û îxtîlafan de ne"

Serokê Pêwendîyên Derve yê HUDA PARê Saîd Şahîn jî diyar kir Xazze bêxwedî maye û dû re wiha got: " Rejîma îşxalker êrîşî Xazzê dike. Kufur har bûye û birêveberîyên welatên Îslamê di nav îxanetê de ne, alema Îslamê bi hev ketiye, ummet ji hev parçe bûye û Misliman di nav xaflet û îxtîlafan de ne. Û Xazze bêxwedî ye. Elbet xwedîyê wan kesên ku bêxwedî mane Xweda ye."

 "Xazze ji teref balafirên şer ên şebekeya terorê ya siyonîstan ve tê bombebarankirin"

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut jî diyar kir ji ber îxtîlafên di nav Mislimanan de êrîşî Xazzê tê kirin û dû re wiha got: "Ji ber îxtîlafên ku di nav Mislimanan de hene, Xazze ji teref balafirên şer ên şebekeya terorê ya siyonîstan ve tê bombebarankirin. Di encama êrîşan de 3 Misliman şehîd bûn û bi dehan birîndar hene. Televîzyona Eqsa hatiye hilweşandin. Ya Rabbî! Wehdetê tu di nav me de tesîs bikî."

 "Xweda, qewetê bide mucahîdên Xazzeyî"

Endamên Lijneya Îstîarê yê HUDA PARê Îsa Aydin jî di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de wiha got: "  Ya Rabbî! Hêza te Qadirê hemû tiştî ye. Tu qewwetê bidî wan mucahîdên Xazzeyî yên ku ji teref qewm û  qaşo hikûmetên xwe ve tenê hatine hiştin û ji  dijminê ku însafa wê tune ye re hatiye terkkirin. Ya Rabbî! Tu siyonîstan û hevkarên wan rezîl û rûswa bike."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir