• DOLAR 32.427
  • EURO 34.635
  • ALTIN 2377.492
  • ...
Ji partîyên siyasî û temsîlkarên STKyan bo Yemenê bangewazî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Yemena ku lê qeyrana însanî heye, ji ber şerê navxweyî û êrîşên asimanî yên ku ji teref hêzên koalîsyonê ya ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike ve tên kirin her ku diçe rewş girantir dibe. Lewra ji ber ku alîkarîyên însanî nikarin bi şikleke kamil bên kirin, ji ber ku nexweşî zêde ne û ji ber ku ava paqij nikare bê peydakirin rewş û encam girantir û xirabtir dibe.

Koordînatorê Rewşa Acîl û Alîkarîya Însanî yê Neteweyên Yekbûyî Mark Lowcock derbarê rewşa xeternak a li Yemenê de diyar kiribû " Niha Yemen bi xetereyeke mezin û bi lez a xelayê re rûbirû mane.  Ew xelayê ku li Yemenê heye, heta niha tu carî nehatiye dîtin. Li gor daneyên meha Îlonê ya Neteweyên Yekbûyî li herêmê 11 milyon bi xeterê re rûbirû mane ku ev hejmar xelet ; di encama nirxandin û lêkolînên nû yên ku hatin kirin de, hat tespîtkirin ev hejmar zêde zêde ye. Li gorî nirxandin û lêkolîna nû ya ku ji teref me ve hat kirin, hat tespîtkirin ku hejmara wan kesên ku jiyana xwe bi alîkarîyên ku ji derve tên hewl didin bidomînin ne 11 milyon, 14 milyon e ku ev hejmar jî nîvê nifûsê ye.Di encama xebatên nêzî 4 salan li herêmê hat kirin de, derket holê, bi  milyonan kesên Yemenî ji ber birçîbûn, xela, kolera û ji ber nexweşîyên mîna van  zeîf û ketine û perîşan bûne."

Li Rihayê bo bal bên kişandin li ser qeyrana însanî ya li Yemenê, li Rihayê bi beşdarbûna temsîlkarên STKyan û partîyên siyasî di daxuyanîya ku dan ÎLKHAyê de bo Yemenê bangewazî kirin.

 "Yemen heyameke tarî û rojên herî giran ên di dîroka xwe de dijî"

Prof. Dr. Muhammed Hasan Sudîyê Alîkarê Wezîrê Berpirsê Şaredarîyên Yemenê di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de derbarê mijarê de diyar kir Yemen di rewşeke xirab de ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Li Yemenê pêdivîya 65 hezar însanan bi dermana bi lez heye. Li gor raporta Neteweyên Yekbûyî 65 hezar kes pêdivîya wan bi dermanan heye û ev yek acîl e. 3 milyon kes welatê xwe terk kirin û 3 milyon xwendekar jî ji mektebên xwe bûn. 500 hezar zarok jî ji birçîbûnê her serê deh deqîqeyan dimirin.  Niha pêdivîya 65 hezar kesan bi alîkarîya bi lez heye. Yemen dimire, Yemen li benda alîkarîya me Mislimanan e. Li Yemenê birçîbûn heye, însan ji birçîbûnê pelên daran dixwin. Pêdivîya Yemenê ewilî bi alîkarîya cil û berg û erzaqê heye. Ez bang li temamê sazîyên li Tirkîyê dikim da ku alîkarîya Yemenê bikin."

Temsîlkarên partîyên siyasî û STKyan jî derbarê mijarê de wiha axivîn:

Basrî Demîrê Serokbajarê Rihayê yê HUDA PARê: "Ew hesasîyeta ku bo Sûrîye, Xazze û Myanmarê hatiye nîşandan bila ji bo Yemenê jî bê nîşandan."

Osman Geremê Serokê Platforma Sazîyên Civakî yên Sîwîl ên Rihayê: "Em bang li temamê dinyayê. Însan dimirin, bila însanetî nemire."

Behçet Atîllayê Temsîlkarê Rihayê yê ÎHHyê: "Heta ku Misliman nebin yek, em ê van êrîşan bibînin."

Fevzî Çelîkê Serokê Şaxê Rihayê yê Komeleya Anadolu Gençlîk: "Em ê nebin temeşavan ku birayên me li Yemenê ji birçîbûnê bimirin."(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir