• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.464
  • ...
Cezaya îdamê ya jinika Xiristîyan a ku ji Îslamê re heqaret kiribû hat betalkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di sala 2000î de li Pakistanê ji ber ku pîreka Xiristiyan ji dînê Îslamê û Hz. Muhammed(s.x.l) re heqaret kiribû jê re ji teref Mehkemeya Lahorê ve cezaya îdamê dabû ku ev ceza ji teref Mehkemeya Bilind a Pakistanê ve hat betalkirin û mehkeme xwest ku pîreka ku heqaret li Îslamê kiribû bê berdan.

Saqîb Nîsarê Serokê Heyeta Jurîya ku ji kesan pêk tê derbarê mijarê de diyar kir ger sûcdarkirineke din tunebe ew ê ew pîreka Xiristîyan a bi navê Asya Bîbî bê berdan.

Konseya Îttîhada Sunnî ya Pakistanê piştî vê qerara ku hat dayîn re destnîşan kiribû, ew bi tundî li ber wê qerara serbest berdan pîreka Xiristîyan a ku ji dînê Îslamê û Hz. Muhammed(s.x.l) re heqaret kiribû disekinin û qerarê qebûl nakin; ger Bîbî bê efûkirin dê ev yek li welêt bibe sedema alozî û kasoê.

Tahîrî Lebbeyk jî di nav de gelek kom û partîyên Îslamî di serî de li Îslamabadê xwe berdan kolanan. Xwepêşandarên ku daketin kolanan destnîşan kirin bila Serokwezîr Îmran Xan ji wezîfê bê girtin û ew hakimên ku vê qerara serbestberdanê dane "mirinê heq kirine."

Berî niha 2 siyasetmedarên payebilind ên ku ji Bîbî Asya re alîkarî kiribûn hatibûn kuştin.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir